• Saturday, 27 July 2024
logo

Ji bo yên ku nikarin biçin Wanê, Wan anîn Stenbolê

Gulan Media November 24, 2023 Hunerî
Ji bo yên ku nikarin biçin Wanê, Wan anîn Stenbolê

 Ji bo danasîna berhemên xwemalî yên Wanê, cîhûwarên geştiyarî û dîrokî û her cor taybetmendiyên vî bajarî li Stenbolê ji bo 4 rojan bernameyeke taybet tê lidarxistin.

Di çarçoveya Rojên Wanê de hejmarek protokol, siyasetmedar, hunermend, nivîskar û naskiriyên Wanî jî amade ne.

Bi panêl, konser, pêşangeh û dîdarên taybet ewê him xelk Wanê nas bike û him jî wê beşdar karibin sûd ji berhemên Wanê wergirin.

Cor bi cor penêrê sîrik, taşteya ku êdî lî cîhanê bi navûdeng dibe, cûda cûda nebat û çêjên çiyayên bilind, pisîka çav rengîn û cîhûwarên dîrokî ên Wanê ne.

Lê ew der ne Wan, Stenbol e. Ji bo danasîna vî bajarî bernameyeke taybet bi Wanê bi rê ve diçe û beşdar kêfxweş in ji bo derfeteke bi vî şiklî.

“Dê wan bibe bajarê ku herî zêde bêhsa wî bê kirin”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva got:

Bi rastî em piçekî dereng man lê tevî wê yekê jî em bi hêvî ne ku di nava çend salan de Wan wê bibe ew bajar ku di nava 81 bajaran de herî zêde behsa wî bê kirin.”

Sazî û dezgehên Wanê, siyasetmedar û kompanyayên geştiyariyê bi hemahengî danasîna bajarê xwe dikin.

Ew cara duyem e ku bi heman mebestê li Yenîkapiya Stenbolê ew dîdar bi rê ve diçe û reng û bêhna Wanê bi hemû taybetmendiyên xwe yên din li standan ama de ye.

Hadî Cîntan diyar kir, “Sîrik ji xwe ya Wanê ye. Patent li ser navê Wanê ye.

Tabî em didine Colemêrg, Sêrt û bajarên din jî. Em ji vê bernameyê gelekî memnûn in.”

“Yên ku nikarin biçine Wanê, em her tiştî ji bo wan tînin vê derê”

Seyfî Dûman anî ziman, “Yên ku nikarin biçine Wanê, em her tiştî ji bo wan tînin vê derê.

Bila ew jî bêne vir û çi lazim be bistînin. Hingiv e, sîrik e çorek û ji çi hez dikin.”

Fehmî Halabûrt got, “Memleket dûr e em her tim nikarin biçin.

Lê dema ku tişt tînin vê derê xweştir dibe û em kêfxweş in.

Penêr ê me ye, sîrik a me ye û dema hate vir ji bo me gelekî baş dibe.”

Nivîskarên Wanî, hunermend û dîwana dengbêjan, reng û balkêşiyên folklorîkji  bo Stenbolî û Waniyên ku li vî bajarî ne têne nimayîşkirin.

Li gorî texmînan derdora 350 hezar xelkê Wanê li Stenbolê niştecî ne û ew bername jî Wana dûr ji bo wan nêz dike.

 

Rudaw

Top