• Saturday, 27 July 2024
logo

Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê tayîn kirina 800 bijîşkên kurd ragirtiye

Gulan Media November 23, 2023 Nûçe
Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê tayîn kirina 800 bijîşkên kurd ragirtiye

Li gor nivîseke fermî ku ji aliyê endamekî baskê Kerkûkê yê lijneya bilind a cîhbicîh kirina madeya 140 ve ji Serokê Lijneya Cîhbicîh kirina madeya 140 Hadî Amrî re hatiye şandin de tê behs kirin ku parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî bi bahaneya amarên sala 1957ê ve rêgirî li tayîn kirina 800 kurdên derçûyên beşa bijîşkî yên li bajarê Kerkûkê dike.

Li gor wê nivîsa ji Hadî Amrî re hatiye şendin, behsa rêgiriyên parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî tê kirin û wek bahane jî amarên sala 1957ê digre û ji ber wê 800 bijîşkên kurd nahêle bên erkdar kirin û peywirdar kirin.

Li gor heman nivîsê tê gotin: ‘’Ew derketiyên beşên bijîşkê giştî, bijîşkê didan û dermansaz in û hemûyan xwandina xwe temam kirine û xelkê Kerkûkê ne û divê bên tayîn kirin. Lê parêzgarê bi wekalet ê Kerkûkê Rakan Cibûrî tayînkirina wan bi bahaneya amara sala 1957ê ve red kiriye, ku navên wan di nav wan amaran wê salê de nîne. Eger wisa be jî wek xelkê Kerkûkê nayên hesab kirin.’’

 

Basnews

Top