• Saturday, 27 July 2024
logo

MÊRDÎN - 'Muzîk bi hemû zimanan serbest e lê bi Kurdî qedexe ye'

Gulan Media November 21, 2023 Hunerî
MÊRDÎN - 'Muzîk bi hemû zimanan serbest e lê bi Kurdî qedexe ye'

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji ber ku kafeya bi navê "Mualla"yê muzîka Kurdî venekir bû sedema bertekan.

Li Mêrdînê mişteriyek li kafeya “Mualla Tatli Kralligi”yê ji bo pîrozbahiya rojbûnê straneke Kurdî xwestiye lê jê re hatiye gotin ku “qedexe ye” û ev xwestek hatiye redkirin.

Ev yek li ser medyaya civakî bu sedema nerazîbûnan.

Herwiha gelek kesan di torên civakî de bi banga "#Muallaboykot"ê xwest ku ew kafe were boykotkirin.

"Hûn nikarin zimanê me qedexe bikin"

Li aliyê din jinekê bi vîdeoyekê beretek nîşan da û wiha got:

“Bila yên ku li dijî zimanê me, li dijî çand û hunera me, li dijî hebûna me ne zanibin ku em her tim piştgiriya zimanê xwe, çanda xwe, dîroka xwe, hebûna xwe dikin û em dê her tim hebin.

Hûn nikarin me tine bikin, hûn nikarin zimanê me tine bikin, hûn nikarin li bajarê me û li ti cihî zimanê me qedexe bikin.

Em we boykot dikin, em we boykot dikin. Bijî zimanê Kurdî!”

 

Rudaw

Top