Fexredînê Mamêd ji 10 saliya xwe dest bi muzikjeniyê kiriye
Fexredînê Eliyê Mamêd ji malbateke hunerî ye ew û birayê xwe tevde li amûra kemançê dixînin û herwiha birayên wî Nezîr û Ekrem li dengbêjên bi nav û deng in, ji bavê xwe Elyê Mamêd fêrî jenandina amûra kemançê bûne.
Fexredînê Eliyê Mamêd ji 10 saliya xwe ve li kemançê dixîne, zarokên wî Elî û Zinar û Diyar tev muzîkjenin û li ûd, tembûr, kemençe, gîtar û gelek amûran dixin jî dixin. Fexridîn heta pola 2 xwendi ye ji hejariyê nikarîbû xwendina xwe berdewam bike.
Gelek stran Fexredînê Eliyê Mamêd bi xwe çêkirne nêzîki 10 albûman tomar kiriye. Piraniya stranên wî evînî û yên govendê ne. Ji stiranên wî yê ku deng vedaye “Necahê” di sala 1997 de çêkirbû.
Fexridîn debara jiyana xwe ji dawetan peyda dike û li gelek bajarên Kurdan daweta gerandine weke Kerkûk, Duhok, Zaxo û heta bajarê Stenbolê jî çûye.
Herwiha wî gelek stranên lawik, şer û govendên herêma Dêrik, Cezîr û Qamişloyê ezber kirine. Niha hunermend Fexridîn li bajarê Qamişloyê hunera xwe berdewam dike.
Awazên Rojava programeke dîrokî-hunerî ya heftane ya Rodayoya Rûdawê bi pêşkêşjariya Sefqan Orkêş e. Berhemên hunerî yên Rojavayê Kurdistanê arşîv dike û çîrokên wan tomar dike.
Armanc ji Awazên Rojava tomarkirina çîrokên stranên Rojavayê Kurdistanê, danasîna stranbêj, hozanvan û awazdanerên wan stranên Rojavayê Kurdistanê ye.
Her carekê hunermendekî bitemen yên zindî dibe mêvanê bernameya yan jî hunermendek koçkirî dibe mijara Awazên Rojavayê Kurdistanê.
Rudaw