Sûdanî behsa mercên hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê dike
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî roja Sêşemê hilweşandina hikûmetê û hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê bi hilweşandina parlamentoya Iraqê bi xwe ve girêda.
Piştî ku roja duşemê li dadgeheke Bexdayê doz hat vekirin ji ber dûrketina ji hilbijartinên pêşwext, Sûdanî got ku divê parleman raqî pêşî xwe fesih bike berî ku hikûmet amade be hilbijartinên pêşwext pêk bîne.
Sûdanî got ku îro hemû hêzên siyasî behsa pêşkêşkirina xizmetguzariyan û geşepêdana aboriya Iraqê dikin, lê berê hemû nakokî û pirsgirêk li ser mijarên mezhebî û civakî bûn
Herwesa dîyar kir jî, pitir ji 300 partî û pêkhateyên sîyasî xwe bo hilbijartinên herêmî tomar kirine û ev jî nîşana saxlem a aramîya welat e.