• Saturday, 27 July 2024
logo

Hunermendê kurd Beytocan koça dawî kir

Gulan Media September 12, 2023 Hunerî
Hunermendê kurd Beytocan koça dawî kir

Hunermendê navdar ê Kurd Beytullah Gunerî ku wek Beytocan tê nas kirin, piştî çend sal têkoşîna bi nexweşiya penceşêrê re, şeva borî li Swêdê koça dawiyê kir.

Hunermendê kurd Beytocan di temenê xwe yê 68 saliyê de, îro 12.09.2023yê li Stockholm a Swêdê koça dawî kir.

Tenduristiya Beytocan ev çend sale di cîh de nebû û bi nexwaşiya penceşêrê re tekoşîn dikir û ji ber wê jî li ser torên civakî gelek caran nûçeyên mirina wî hatibû belavkirin.

Hunermendê Kurd Beytocan navê wî yê rast Beytullah Gunerî ye û roja 01.10.1955ê li navçeya Ferqîn a Amed a Bakurê Kurdistanê li dayîk bûye. Piştî derbe ango kudeta ya 12ê Îlon a 1980ê ya li Tirkiyê hat girtin û 6.5 di girtîgehê de ma. Piştî ji girtîgehê derket yekem albûma xwe ji ber li Tirkiyê kurdî bi temamî qedexe bû, bi dizî tomar kir û firot û gelê kurd ew albûma wî eciband. Piştî salên 1990ê ji ber sedemên siyasî ji Tirkiyê derket û li Stockholm a Swêdê jiyana xwe berdewam kir. Beytocan bi giştî 4 albûm derxistin û albûma wî ya ‘’Yan mirin Yan Diyarbekir’’ jî dîsa li Tirkiyê hate qedexe kirin.

 

Basnews

Top