• Saturday, 21 December 2024
logo

Rêveberiya Çandê ya Bedlîsê Şerefxan wek “bi eslê xwe Ecem” da nasîn

Gulan Media September 24, 2020 Hunerî
Rêveberiya Çandê ya Bedlîsê Şerefxan wek “bi eslê xwe Ecem” da nasîn
Rêveberiya Çanda Bajêr a Bedlîsê di malpera xwe ya fermî de Mîrî Kurd ê navdar Şerefxan wek “bi eslê xwe Ecem” da nasîn.

Rêveberiya Çandê ya Bajêr Bedlîsê di beşa Kesayetên Diyar ên Bedlîsê de li malpera xwe ya fermî, cih da mîr û dîroknasê Kurd ê navdar Şerefxan jî lê îddîa kir ew “bi eslê xwe Ecem” e.

Derbarê Şerefxan de li malpera Rêveberiya Çandê ya Bedlîsê hatiye gotin, “V.Emîr Şeref Xan ku bi navên ciyawaz ên wek V.Şeref Xan, Şaraf El Dîn, Şaraf Xan, B.Şams El Dîn dihat bîranîn, endamekî binemala Şerefxanan e ku di navbera salên 1220-1650 li Bedlîsê hikum kiriye. Eslê wan Ecem e, binyata wan digihije Kîsra yê Şahê Îranê.”

Nîmetullah Atal ku lêkolînerekî xelkê Bedlîsê ye, li hejmara xwe ya Twîtterê wêneyekî wê danasîna derbarê Mîrê Kurd Şerefxan de belav kir û got, “Dîroka Kurdan tê berevajîkirin.”

Atal tekez dike ku Şerefxan di nivîsên xwe xwe de her tim bi serbilindî behsa Kurdbûna xwe kiriye û “di pirtûka wî ya Şerefname de jî zanyarî derbarî hikûmranî, şah û binemalên hikûmdarên Kurdistanê dide.”

Atal herwiha gotina “hat efûkirin” ku derbarê Şerefxan de hatiye gotin wek hewlek ji bo biçûkkirinê wî binav kir û got, di navbera Hikûmranê Bedlîsê Şerefxan û Şahê Osmanî Muradê III de rêkeftinek hebû.

Ew lêkolînerê Kurd amaje bi wê dike, ev helwesta li hember Kurdan “ji nezanî û nefretê” tê û dibêje, “Di saziyekê de ku bi dehan karmendê wê hene, gelo ti kesî Şerefxan ne xwendiye.”

Şerefxanê Bedlîsî ku wek Mîr Şerefxanê Bedlîsî tê naskirin û berhemeke bi navê Şerefname jî nivîsandiye, sala 1543an de li nêzîkê bajarê Qumê ji dayik bûye.

Bavê wî serokatiya eşîra Rojkî (Ruzegî) dikir û mîrîtiya bajarê Bedlîsê birêve dibir. Ji ber rewş û aloziyan û tevlîheviyên li dijî Şahê Osmanê xwe gihandin nav sînorên dewleta Sefewî.

Dema Şerefxan 9 salî bû li gel zarokên şah dersan dibîne. Hîn di temenî biçûk de dest bi birêvebiriya dewletî dike û li bajarêan rêvebiriyê dike.

Nêzîkê 20 salan li gelek bajarên Safewiyan parêzgariyê dike. Sala 1576an bi hincetên cuda dawî li erkên wî tînin.

Piştî vê yekê ew li gel 600 kesên eşîrê û malbata xwe di çileyê sala 1578an de vegeriya Wanê. Parêzgarê herêmê Xusrev Paşa ji Sultanê Osmanî yê wê demê Muradê III (dema desthilata wî 1574-1995) daxwaz dike Şerefxan li ser Mîritiya Bedlîsê dane.

Ev daxwaz pêk hat û ew wek Mîrê Bedlîs û Mûşê hat pejirandin. Şerefxan di 1597an de dema nivîsandina dîroka kevin ya Kurdistanê bi navê Şerefname bi dawî kir û êdî ew bi tenê bi navê xwe desthilat bû.

Li gor hin jêderan Mîr Şerefxan di sala 1603an an jî 1604an de koça dawî kir.

Rudaw
Top