• Sunday, 05 May 2024
logo

Mesrûr Barzanî avahiya banka cîhanê vekir

Mesrûr Barzanî avahiya banka cîhanê vekir

Ev dibe sêyemîn şaxê vê bankêye li Hewlêrê.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi merasîmeke fermî avahiya nû ya şaxê sêyemîn ya bankaya cîhanê bo geşepêdanê vekir.

Di vê merasîmê de Serokwezîr gotareke kurt jî pêşkêş kir û ragihand ku, hewl bo vê yekê didin daku, bankayên heyî yên li herêma Kurdistanê bigehînin asteke standard û got: Xweziya min ye herî mezin eve ku, di nava du salan de tevahiya karmendên hikûmeta herêma Kurdistanê bibin xwedan hijmara xwe ya taybetî ya bankî û hewldanên me bo vê yekê jî berdewamin.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, lazime bankeyên Kurdistanê asta xizmetgozariyên xwe zêdetir bikin û têkiliyên xwe jî li gel welatiyan bihêztir bikin û pêwîste baweriya du alî di navbera bankan û welatiyan de were bihêzkirin.

Top