• Sunday, 05 May 2024
logo

Li bajarê Muxlayê êrîşî ser Karkerên Kurd hate kirin

Li bajarê Muxlayê êrîşî ser Karkerên Kurd hate kirin

Bi dijwarî sê Karker hatine birîndarkirin.

Li gor çapemeniya Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê duhê li navçeya Bodrum ya li bajarê Muxlaya Tirkiyeyê komeke qerebalix ya neteweperestên Tirk êrîşî ser 3 Karkerên Kurd kirine.

Koma neteweperestan bi hinceta ku, ev Karkerên Kurd bi zimanê Kurdî peyvîne, êrîşî ser wan kirine û bi dijwarî wan birîndar kirine.

Koma neteweperest bi berd, dar û balteyan êrîşî ser wan karkerên Kurd kirine ku, beriya 20 rojan bo kar kirinê çûne vê deverê.

Top