• Wednesday, 01 May 2024
logo

Gorên bikomî yên li Koçoyê tên vekirin

Gorên bikomî yên li Koçoyê tên vekirin
Îro hikûmeta Kurdistanê bi hemahengiya hikûmeta Îraqê dest dike bi hilkolandina gorên bikomî yên li gundê Koço ya li devera Şingalê.

Li gor zaniyariyan vê îro bi çavdêriya komîteyeke psporên navetewî yekem gora bikomî ya Kurdên Êzidî li Koçoyê were hilkolandin.

Bo vê mebestê îro li Koço bi amade bûna aliyên têkildar yên hikûmeta Kurdistanê, nunerê hikûmeta Îraqê, nûnerê NY û herwiha Xatû Nadiya Murad, merasimek hat lidarxistin û piştî pêşkêş kirina çend gotaran yekem gora bi komî hat kolandin.

Weke tê zanîn gundê Koço yek ji wan gundên devera Şingalê ye ku terorîstên DIŞIê di dema êrîşên xwe yên 2014an de bo ser Şingalê hijmareke zêde şêniyên vê gundê komkuj kiribûn.
Top