• Thursday, 16 May 2024
logo

Bane Şêrwan bi teknîkek modern klîba xwe amade dike

Gulan Media September 22, 2019 Hunerî
Bane Şêrwan bi teknîkek modern klîba xwe amade dike
Bane Şêrwan, stranbêj û hunermenda ji Başûrê Kurdistanê li ser xebatên xwe yên muzîkê berdewam e. Şîrvan ji bo vîdeoklîbeke nû li Stenbolê ye û ji straneke xwe ya nû re vîdeoklibek tomar kir.

Bane Şêrwan ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku ew dixwaze di karê xwe yê muzîkê de bigihîje asta cîhanî û her kat serkeftirîn karan di pîşeyê xwe de bike.

Stranbêj û hunermenda ciwan Bane Şêrwan ji bo kişandina klîbeke nû li Stenbolê ye. Bana Şîrvan ku bi taybetî li Başûrê Kurdistanê di demeke kurt de bi deng û ciwaniya xwe hate naskirin, klîba xwe ya nû ji bo strana xwe ya bi navê “Bo Çi?” çend rojekê li Stenbolê li platoyeke mezin dema xwe derbas kir û kliba xwe tomar kir.

Hunermenda ku bi tayetiya dengê xwe bala xelkê ber bi xwe ve dikêşe, piştî ku beşdarî pêşbirkeke muzîkê bû hate naskirin. Şêrwan dide zanîn ku ew dixwaze di karê muzîkê de bigihîje asta cîhanê û her bi qelîteyek baştirîn bistrê û berheman tomar bike. Ji bo kişandina vîdeo klîba xwe ya nû Şîrvan teknîkek ciwan û modern jî bi kar tîne.

Derhênerê klîbê Hasan Kuyucu dibêje: “Dema min guhdariya vê stranê kir min dît ku gelekî sade û ciwan e. Ji ber wê min jî nexwest di konsepta klîbê de tiştek pir tevlîhev amade bikim. Min xwest klîb jî weke stranê sade be û hinekî kesayetiya Banayê jî li xwe bigire. Ji ber wê klîb jî wê sade û xweşik be.

Piştî tomarkirina klîbê ku 3 rojan berdewam kir Bane Şêrwan vedigere Başûrê Kurdistanê û bi çend konsertan jî strana xwe ya nû pêşkêş dike.Bane Şêrwan di maweya wê pêşbirka ku beşdarî lê kiribû de jî pesnên balkêş ji jurîyê wergirtibû. Li gor pisporên muzîkê stayla Banayê çend nîşaneyan di nava xwe de dihewîne ku dê navûdengê wê ji sînorên Kurdistanê wêdetir biçe.

Rudaw
Top