• Friday, 29 March 2024
logo

Iraq – Keça YouTubeber ji aliyê bavê xwe ve hate xeniqandin

Gulan Media February 2, 2023 Hunerî
Iraq – Keça YouTubeber ji aliyê bavê xwe ve hate xeniqandin

Keçeke bi navûdeng a torên civakî li Iraqê ji ber pirsgirêka civakî ji aliyê bavê xwe ve hate xeniqandin.

Çapemeniya Iraqê belav kir ku duh 01.02.2023yê keça YouTubeber a bi navê Teybe Elî ku navûdenge di torên civakî de, di dema vegera ji Tirkiyê bo Iraqê de, li parêzgeha Dîwaniye ji aliyê bavê xwe ve hate xeniqandin.

Piştî xeniqandina keça xwe ya bi navê Teybe Elî bavê wê xwe radestî hêzên ewlehiyê kir, lê heta naha hêzên ewlehiyê vê derbarê de ti daxuyaniyekî fermî belav nekirine.

Li gor gotinên kesên nêzîk û mirovên wan ên ji bo çapemeniya Iraqê, Teybe Elî bi salane Iraq bicîh hiştiye û çûye Tirkiyê, ji ber ji aliyê birayê xwe ve gefa kuştinê lê hatibû xwarin, lê vê dawiyê li ser daxwaza dayîka xwe vegeryaye û piştî mayîna çend rojan li malê jî, ji aliyê bavê xwe ve hatiye xeniqandin. Herwaha dibêjin sedem jî pirsgirêka civakî ye û bavê wî di bin fişar û givaşekî zêde ya xelkê de bûye û ji ber wê ew tişt kiriye.

 

Basnews

Top