Fransayê konsulxaneya xwe ya Stenbolê girt
Piştî welatên Hollanda, Brîtanya û Almanyayê, Fransa jî ji ber sedemên ewlehiyê konsulxaneya xwe ya Stenbolê girt.
Şeva borî Fransayê jî piştî Hollanda, Brîtanya û Almanyayê ji ber sedemên ewlehiyê konsulxaneya xwe ya li Stenbolê girt.
Konsulxaneya Fransa ya li cadeya Îstiklal a Stenbolê ye, li ser deriyê avahiyê bankartek belav kiriye û li ser wê peyamek nivîsandiye ku Konsulxane ji bo demekê girtî ye, û em spasiya têgihîştina we dikin.
Almanya, Hollanda û Brîntanyayê jî hişyarî dabûn welatiyên xwe yên li Tirkiyê û konsulxaneyên xwe yên Stenbolê bo demekê girtin.
Amerîkayê jî derbarê egera êrîşan hişyarî dabû welatiyên xwe yên li Tirkiyê.