• Wednesday, 17 April 2024
logo

Li Hewlêrê pêşangeha “Jiyan li Kurdistanê” didome

Gulan Media January 22, 2023 Corane
Li Hewlêrê pêşangeha “Jiyan li Kurdistanê” didome

 Di çarçoveya projeya hunerî ya “Hêlan” de li Hewlêrê pêşangeheke hevbeş a fotografiyê ji bo hejmarek wênegirên ciwan vekir.

Ciwanên beşdarî pêşangehê bûne, pêştir beşdarî di atolyeyeke hunera portreyê de kirine ku 3 rojan dom kiribû.

Di pêşangehê de ku bi navê “Jiyan li Kurdistanê” hatiye vekirin, kesên beşdar bi çîrokên xwe yên cuda cuda yên portreyî di pêşangehê de amade bûne.

Sara Silêman yek ji wênegirên ciwan û beşdara pêşangehê ji Rûdawê re ragihand, piştî beşdarbûna di atolyeyekê de ligel hejmarek fêrxwazan, ew kêfxweş e ku niha beşdarî pêşangehê bûye

Bi gotina Sara Silêman, tevî ku projeya wan dem girtibe jî, di dawiyê de wan karîbûn pêşangehê vekin.

Pêşangeh bi amadebûna hejmarek hunermend û hezkiriyên hunera fotografiyê, êvara roja Şemiyê 21ê Çileya 2023an hatiye vekirin û dê heftiyekê li galeriya Framing berdewam be.

“Hêlan” projeyeke hunerî ya Enstîtuya Goethe ya Almanî ya li Iraqê ye û bi alîkariya Fêrgeha Framing bo Wêneyên Rojnamevanî û Galeriya Save (Framing School for Journalistic Photography and Save Gallery) tê lidarxistin û zêdeyî du salan e ku berdewam e.

Di proejyê de çalakiyên hunerî wek vekirina pêşangehan, xûlên fêrkirinê, atolye û sazkirina konsertan û muzîka zindî tên lidarxistin.

 

Rudaw

Top