Rojhilat – Li Sine hunermendekî kurd canê xwe ji dest da
Şeva borî li bajarê Sine, hunermendekî kurd bi navê Izetullah Heqşinas, canê xwe ji dest da.
Ew hunermendê kurd, demek bû ji ber nexweşiyê li nexweşxanê dihat dermankirin.
Izetullah Heqşinas, sala 1941 li bajarokê Kamyaran li eyaleta Sine ji dayîk bibû. Ji 18 saliyê de di nav xebat û karên hunerî de bû. Di nav xelkê de jê re digotin Mam Izetê Kamyaranî.
Hunera wî hunermendê kurd di bikaranîna amûrên dengî yên mûzîkê bi taybet zirnê de bû. Hinek caran li bilûrê jî dixst.
Basnews