• Wednesday, 27 November 2024
logo

Areb Usman: Ez ji kilamên Mihemed Arif û Hesen Cizîrî gelek hez dikim

Gulan Media February 25, 2019 Hunerî
Areb Usman: Ez ji kilamên Mihemed Arif û Hesen Cizîrî gelek hez dikim
67 sal berê li taxa Teyrawa ya bajarê Hewlêrê jidayîk bûye û hîn jî li wê taxê dijî. Areb Usman ku navê wî yê hunerî Tenya Areb e, bi rîtma bilez û xav stran dibêje, lê piranî weke heyranbêj tê nasîn. Areb Usman di wê baweriyê de ye ku ew nebûya, piştî salên heştêyan li Hewlêrê tiştekî bi navê heyran nedima.



Areb Usman di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re behsa jiyana xwe ya taybet û xebatên xwe yên hunerî kir.



Rûdaw: Tu piranî weke heyranbêj têyî nasîn, gelo te di destpêkê de bi heyran dest pê kir?



Areb Usman: Bavê min û mamên min li deşta Qerac û Kendênawe heyranbêjên navdar bûn, lewma sala 1982an mamosteyên muzîkê li min şîret kirin ku weke Resûl Bêzar Gerdî dest bi heyranbêjiyê bikim, valahiya ku li Hewlêrê di warê heyranê de heye tijî bikim, ji wê demê ve ez heyranan dibêjim. Rast e bavê min heyranbêj bû, lê piranî heyranên Resûl Gerdî bala min dikişand û ez di bin bandora heyranên wî de bûm, niha jî dibêjin eger heyranên Areb Usman nebûya, piştî salên heştêyan toz li ser heyranên Hewlêrê hebû.



Gelo di navbera heyranên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de cudahî hene?



Heyran malê deşta Hewlêr û Qerac û Kendênawe ye, lê ji Hewlêrê heta Bokana Rojhilatê Kurdistanê bi şêwazên cuda cuda têne gotin, hemû li ser meqamê beyat in.







Cudahiyên navbera heyran û kilam çi ne? Gelo herdu jî li Hewlêrê têne gotin?



Gelek ciyawazî hene. Eger kilam li Silêmanî jî were gotin, divê teksta wê bi Kurmancî be. Kilam piranî destan û dîroka serkirde û mêrxas û egîdan vedibêje, lê heyran zêdetir li ser aşiq û evîndar û hinek caran li ser siwarçakan jî tê gotin.



Niha hinek xortên Kurdistanê heyran dibêjin, tu weke heyranbêjekî dêrîn, nêrîna te li ser wan çi ye?



Birastî hinek xortên dengxweş peyda bûne, ku bi awayekî gelek baş heyran dibêjin, ez hêvî dikim zêdetir giringî bidin xwe û heyranan zindî bikin.







Tu ji dengbêjan zêdetir ji dengê kîjan dengbêjî hez dikî?



Ez gelek ji kilaman hez dikim, bi taybetî Mihemed Arif û Hesen Cizîrî, herwiha kilamên Xelîl Bakozî jî gelek bi dilê min e. Ez tevî Mihemed Arif beşdarî gelek civatan bûm û me bi hev re stran û kilam gotin, bi taybetî li ahengên taybet. Piraniya kilamên Mihemed Arif di bîra min de ne.



Tê gotin ku dengê zarokên te gelek xweş e, lê tu nahêlî heyran bibêjin, çima?



Belê dengê wan gelek xweş e, lê ez nahêlim stran bibêjin, ji ber ku min di jiyana hunerê de gelek zehmetî dît, lewma ez naxwazim zarokên min nêzîkî karên hunerî bibin.







Heta niha te li çend welatan konser daye?



Nêzîkî li 30 – 40 welatan, li Ewropa, Efrîqa û Amerîkayê min konser daye. Min li Ewropayê tenê li Norwecê konser nedaye. Li çend welatên Erebî jî konserên min hebûn. Li Îran û Tirkiye û Sûriyê jî min stran û heyran gotiye. Min heyranên xwe li hemû dinyayê gerandiye û belav kiriye.



Piştî ku te serdana Parîsê kir, te got zibilên Teyrawa bi hemû parîsê naguherînim, niha jî di heman nêrînê de yî?



Rast e, ez ji Hewlêrê gelek hez dikim. Dema li Parîsê konsera me hebû, gotin venegere Hewlêrê, min jî got hemû cadeyên Şanzelîzê bi taxeke Hewlêrê naguherînim, Parîs û bi sedan bajarên Ewropayê qurbana Hewlêrê dikim.







Gelo peywendiyên te bi hunermendên Ereb heye?



Belê li gel hunermendên Iraqê yên weke Yas Xizir, Mihemed Mensûr û beşeke mezin ji hunermendên navdar ên Iraqê em dostên hev in û diçin serdana hev.



Dibêjin peywendiyeke te ya gelek baş li gel Ferenso Herîrî hebû?



Peywendiyeke me ya gelek baş hebû, li piraniya şahî û minasebetan de li pey min û Nîzam Şukrî dişand û me ji bo wan stran digotin. Gelek ji stranên Tirkmenî jî hez dikir ku Mihemed Ehmed Erbîlî û Cebar Ehmed jê re digotin. Ew bi xwe jî dengê wî gelek xweş bû. Piştî mirina Ferenso Herîrî dev ji stranan berdan. Ferenso Herîrî gelek ji kilamên Hesen Cizîrî hez dikir, car caran digot Areb niha dora min e û stran digot. Niha jî qasetek li cem min heye ku Ferenso Herîrî û Hesen Zîrek bi hev re stran dibêjin. Min 9 roj berî koça wî ya dawî jê wergirtibû û min got ez ê ji te re bînim.

Top