• Sunday, 25 August 2024
logo

Îran - Aktorekî kurd xelata baştirîn aktor wergirt

Gulan Media February 12, 2019 Hunerî
Îran - Aktorekî kurd xelata baştirîn aktor wergirt
Aktorekî kurd li Îranê, xelata baştirîn aktor di festîvala sînemaya Fecir de bi dest anî.

Li Îranê, her sal bi destpêkirina xebatên pîrozbahiyên salvegera damezirandina rêjîma îslamî re, festîvaleka sînemayê bi navê festîvala Fecir jî tê lidarxistin. Di festîvalê de gelek fîlm tên nîşandan, paşê di gelek beşan de xelat tên dayîn.

Festîvala îsal ya Fecir duhî xilas bû. Di merasima xilasbûna festîvalê de, xelat hatin dayîn. Di beşa baştirîn aktor de, aktorê kurd yê Rojhilatî Hûten Şekîba xelat wergirt. Xelata wî Sîmorxa Kirîstal bû.

Hûten Şekîba, ku xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye, ew xelat ji ber rola xwe ya di fîlma farsî ya “şebî kê mah kamêl şod” (şeva ku hîv kamil bû) de stand.

Basnews
Top