Derhênera Rojhilatî derbarê raperîna Hewlêrê de fîlmek çêkir
Derhênera Kurda Rojhilatê Kurdistanê Bêrî Şelmaşî derbarê raperîna Hewlêrê ya bihara 1991ê de fîlmek bi navê “Hawarek Ji Serban” çêkiriye.
Di fîlma Bêrî Şelmaşî ya Hawarek Ji Serban de lehanga sereke keç e. Tişta fîlmê de balkêş ew e ku ji du evîndarên hev, keçn diçe berevniya xaka Kurdistanê dike û zilam çaverêya destgirtiya xwe dike.
Derhênera Kurd Bêrî Şelmaşî derbarê fîlma xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.
Rûdaw: Peyamana fîlma Hawarek Ji Serban çi ye?
Fîlma Hawarek Ji Serban behsa çîroka keçek bi navê Şîrîn dike ku diçe sengerê şer û xebatê dike. Ferhad jî berdewam li serban çaverêya Şîrîn dike ku rojekê vegere. Rola Ferhad kesekî bi nav Îsmaîl Zagros ê li Almanyayê wergirtiye û rola Şîrînê jî aktîrîsta tirk Gonca Karasu standiye. Şîrîn û Ferhad du evîndarên hev in. Kesên evîndar ji bo hezkirinê her tişt dikin qurbanî lê di vê fîlmê de Şîrîn ji bo eşq xoşewîstiyê dike qurbaniya rizgarkirina xak û welatê xwe.
Ev fîlm di Festîvala Fîlman Şarîqeyê de hat pêşandan. Eleqe bîneran ji bo fîlmê çawa bû?
Belê ev fîlm di Festîvala Şarîqey a Îmaratê de hat pêşandan. Bi vê fîlma gelek kes pê matbûn. N tenê çîrok û êşa keça Kurd ji bo sînemageran cihê balkişandinê, di heman demê de kolanên kevin ên Hewlêrê wek baştirîn cihên wêenegirtina fîlmên sînemayî bala wan kişand. Ez dixwazim ew der wekî xwe bimîne û parêzgeha Hewlêrê wan cihan biparêze.
Shouted from the rooftops.JPG
Te ji bo çi bajarê Hewlêr bo tomarkirina dîmenên fîlm hilbijart?
Ez evîndarê Hewlêr û kelha dêrîn a wê me. Min xwest Hewlêr wek sembola berxwedan û qurbanîdan di vê fîlmê de nîşan bidim. Mijara senaryoyu buyereke 25 sal berî nihaye. Taxa Ereban û derdora wê gelek guncav bû ji bo nîşandina wê heyamê.
Te çima di fîlmê de karekterên sereke navên wan wek Ferhad û Şîrîn bikar anî?
Min xwest ku wê destana mezin ji nû ve bi formekî nû zindî bikim. Di destanê de zilam desthilatdar e, û keç çaverêya wî dike. Min xwest ku ez vê fîlmê bi çavên jinan çêkim. Min keç wek lehengê fîlmê nîşan da. Şîrîn û Ferhad bi hev re Kurdistanê sembol dikin. Bi min ew nav baştirin li şûna navên biyanî.
41100_415731263870_2371013_n.jpg
Te çima ji bo rola Şîrîn kesek tirk hilbijart?
Bêguman li Kurdistanê aktirîstên baş hene, lê Gonca Karasu gelek serkevtî ye û ji bo rola Şîrîn jî gelek guncav bû. Ligel vê yek ew jî li Holandayê dijî dema pêtir hebû em bi hev re bixebitin. Herwiha min xwest ku bi rêya kesekî tê naskirin pirsgirêkên netewa Kurd bidim nîşandan. Ji bo min gelek girîng bû bş Hewlêrê tevlî çanda Kurda bibe û xwe ferî zimanê Kurdî bike. Ev yek gelek baş e.
Te projeyeke nû heye?
Belê heye. Navê fîlma min a Gewre ye û çîrokek rasteqîn li xwe digire. Ez ligel bav û dayîka du salan li Gewreyê mam. Min wê demê lilgel pêşmergeyan sohbet kir. Ez di wê baweriyê de me ku ev projeya nû dê gelek serkevtî be.
Bo heyama du salan li Beşa Hunerî ya Zanîngeha Selahedînê tu wek mamoste xebitî, ji ber çi te dest ji wê derê berda?
Ev cihê ku ez lê dixbetim sîstema ne di asteke cîhanî de bû. Heta niha jî girîngiya sînemayê fêm nekirine. Herwiha min jî heta niha êş û pirsgirêkên li wê derê dîtine ji bîr nekirine. Ew beş bi her awayî xwedî pirsgirêk bû.
Berî Şelmaşî kî ye?
Derhênera Kurda Rojhilatê Kurdistanê Bêrî Şelmaşî li Fransayê ji dayîk bûye û piştî du meh jidayîkbûna wê bav û dayîka wedigerin çiya û piştî du salan bi hev re diçin Holandayê û li wir mezin dibe.
Bêrî Şelmaşî li Holandayê tevlî karên sînemayî dibe û li Amstedam li ser beşa sînemayê mastirê dike. Ew piştre tê Herêma Kurdistanê û li Zanîngeha Selahedînê dibe mamoste.
Derhênera Kurd Şelmaşî derbarê raperîna Hewlêrê ya bihara 1991ê de bi navê Hawara Ji Serban çêdike.
Rudaw