• Sunday, 25 August 2024
logo

Nîgarkêşê Kurd ji bo festîvaleke navnetewî hat vexwendin

Gulan Media February 3, 2019 Hunerî
Nîgarkêşê Kurd ji bo festîvaleke navnetewî hat vexwendin
Li Bengladeşê festîvalekî hûnerî ya 5 rojî tê sazkirin û nîgarkêşê Kurd Heme Haşim ji bo festîvalê hate vexwendin.



Nîgarkêşê Kurd Heme Haşim derbarê festîvalê de ji Rûdawê re diyar kir ku festival di navbera 2 û 6ê sibata îsal de tê sazkirin û ligel çend berhemên hunerî dê berhemên wî jî bê pêşandan.







Heme Haşim wiha got: “Ez wekî nîgarkêşekî Kurd ji bo Duyemîn Festîvala Navnetewî ya Nîgarkêşiyê li Bengladeşê hatim vexwendin. Festîval dê 5 rojan berdewam be. Ev festival jê dirûşma Festîvala Navnetewî ya Hevrêyên Hunerî tê sazkirin.”







Di festîvalê de hunermedên ji Amerîka, Awustralya, Yûnanistan, Rûsya, Bengladeş, Hindistan û çend welatên din beşdariyê dikin.



Rudaw
Top