• Sunday, 25 August 2024
logo

Hikûmeta Iraqê bo vegera Pêşmerge ya navçeyên Kurdistanî razî bûye!

Gulan Media January 13, 2019 Hunerî
Hikûmeta Iraqê bo vegera Pêşmerge ya navçeyên Kurdistanî razî bûye!
Çiyagerê navdar ê Kurd koça dawî kirEmîndarê giştî yê wezareta Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Cebar Yawer aşkera kir, wezareta Pêşmerge û wezareta berevaniya Iraqê, bi awayek destpêk li ser vegera hêzên hevbeş ên Pêşmerge bo navçeyên Kurdistanê rêkeftine.

Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Em li benda şandeke wezareta berevaniya Iraqê ne ku bên. Heta civîn di navbera her du wezaretên berevaniya Iraqê û wezareta Pêşmerge ya herêma Kurdistanê ya derbarê vegera hêzan de em bikin.’’

Herwaha got: ‘’Wek rêgez her du aliyan me biryar daye û razîbûne li ser vegera proseya karê hevbeş ê ewlehiyê û leşkeri, li hemû wan navçeyên ku naha tevgera DAIŞê lê heye, ji Xaneqîn heta digehe Şingalê, ango hemû navçeyên Diyala, Selahedîn, Kerkûk, Mexmûr û Mûsilê.’’

Yawer aşkera kir ku hîn ti civînek pêknehatiye, lê ‘’Emê li ser civîn bikin û piştre li ser hûrgiliyên vê babetê biaxivin.’’

Basnews
Top