• Wednesday, 03 July 2024
logo

Zarîn Ancu: Tama stranangotinê ciyawaz e

Gulan Media January 10, 2019 Hunerî
Zarîn Ancu: Tama stranangotinê ciyawaz e
Zarîn Ancu derbarê jiyan û hunera xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê kir
Stranbêja xelkê Êlihê Zarîn Ancu ku li Hewlêrê dijî dibêje tama stranan gotinê ji her tişt ciyawaztir e, û dema ew stranan dibêje gelek kêfxweş dibe.


Stranbêja ji bajarê Êlihê ya Bakurê Kurdistanê Zarîn Ancu berî heft salan wek mêvan hat Herêma Kurdistanê û li vir bicih bû.



Zarîn Ancu li Herêma Kurdistanê derket li ser televîzyonan stranên gelerî yên Kurdî bi şêweyeke ciyawaz xwend û di nav xelkê de hat naskirin.



Zarîn Ancu derbarê jiyan û hunera xwe de hevpeyvînek ligel Rûdawê kir.



Ev nêzêkî 7 salan e tu li Hewlêrl dijî. Wek hunermend tu jiyana li Hewlêrê çawa dibînî?



Ez cara yekem wek mêvan hatim vir. Di plana min de nebû ez ji bo heyamake dirêj li vê derê bijîm, lê min piştre pê hest kir ku ez dikarim li vê derê bi bextewarî bijîm. Paşê min biryar de ez li Hewlêrê bimînim û jiyaan xwe li vir berdewam bikim.



Tu li vê derê muzika zîndî pêşkêş dikî. Tu dikarî bi vê yekê debara xwe bikî?



Hefteyê çend rojan ez li hinek cihan muzika zîndî pêşkêş dikim. Belê bi vê yekê ez li vê derê têra jiyana xwe pere qezenc dikim. Hûner û strangotin tameke din dide jiyana min. Ez bi stran û hûnerê aram dibim. Tama strangotinê tiştek ciyawaz e. Ez her tim dibêjim muzik dermanê ruh e. Her çiqas zehmet be jî lê ez bi hunerê kêfxweş dibim.



Görüntünün olası içeriği: 1 kişi, yakın çekim



Tu wek hunermedek jin dema ku muzika zîndî pêşkêş dikî zehmetiyên wê bo te hene?



Belê çend zehmetiyên wê hene. Minak eger bernameya te hebe tu nexweş bî jî nabe tu vê yekê der bidî. Divê guhdervan hest pê nekin ku tu nexweş î. Ev minaka herî ji rêzê ye. Hevalên min dibêjin tu her tim dikenî û kêfxweş î, lê di rastiyê de ez gelek diwestim û carnan jî aciz dibim. Lê wekî min gotî eger bername hebe divê em derbikevin û bernameya xwe pêşkêş bikin.



Kesên têne te guhdar dikin, herî zêde kîjan stranê ji te dixwazin dikin?



Herî zêde dixwazin ez stranên gelerî bibêjim. Carna daxwaza stranên soranî jî ji min dikin û ez jî dibêjim. Tişta rastî ez ji te re bibêjim, dema ku zilam bo guhdarkirina muzika zîndî têne û malbata xwe ligel xwe neynin, ew yek li xweşa min naçe. Ez her car ji mêwanên xwe re dibêjim jin, zarok û xoşewista xwe jî bînin.



Te planek heye klîp amade bikî?



Di sala nû de ez dê klîba xwe ya yekem belav bikim. Me klîba straneke soranî xilas kiriye. Hemû karên me xilas bûne û têne belavkirin maye. Ez di hilbijartina stranan de gelek hesasim. Ez dixwazim stranekê xwe çêbikim lê heta niha ez rastî gortinên straneke xweş nehatime. Gelek kesan di vê mijarê de alîkarî dane min. Ez spasiya wan hemûyan dikim.



Görüntünün olası içeriği: 1 kişi



Ji xeynî muzikê tu çi karî dikî?



Ez ji bilî muzikê dema xwe ligel hevalên xwe derbas dikim. Ez hez paqijkirina malê nakim lê dixwazim xwarinan çêkim. Xwarin çêkirin keyfê dide min.



Xwarinên te xweş in?



Belê xwarinên min xweş in, jixwe hevalên min jî vê yekê dibibêjin. Ez ji çêkirina dolmeyan hez dikim. Ez naxwazim bi tenê xwarinê bixwim, divê her tim hinek kes ligel min hebe. Ez kengê xwarineke xweş çêbikim hevalên xwe jî dikim mêvan an jî ez diçim cem wan.

Rudaw
Top