• Wednesday, 27 November 2024
logo

Bakûr – Ji derhênerê kurd Kazim Oz re 15 sal zîndan tê xwastin!

Gulan Media January 9, 2019 Hunerî
Bakûr – Ji derhênerê kurd Kazim Oz re 15 sal zîndan tê xwastin!
Serdozgeriya bajarê Diyarbekirê daxwaza 15 sal zîndan ji bo derhênerê kurd Kazim Oz dike, bi tohmeta “endamtiya PKKê”.

Li gorî medyaya Tirkiyê, liqa nehemîn ya dadgeha cezayê giran ya Diyarbekirê îro gilînameya ku serdozgeriya Diyarbekirê li dijî derhênerê kurd Kazim Oz amade kiribû, qebûl kir. Bi vî rengî dadgehîkirina Kazim Oz bi fermî dest pê dike.

Di gilînameya serdozgeriyê de Kazim Oz bi endamtiya PKKê tê tohmetbarkirin û jê re 7 sal û nîv heta 15 salan zîndan tê xwastin. Eger dadgeh wî mehkûm bike dê bikeve zîndanê.

Rojnameya Sabah, ku nêzîkî AKPê ye, îro bi tundî êrişî Kazim Oz kir û buxtan li wî da ku qaşo “daxwaza lêborînê ji PKKê kiriye!”

Derhênerê kurd Kazim Oz, xelkê bajarê Dêrsimê ye û bi fîlmên xwe yên bi navê “Fotograf”, “Bahoz” û “Zer” navdar bû.

Basnews
Top