• Sunday, 25 August 2024
logo

Nivîskarê kurd Reûf Hesen koça dawî kir

Gulan Media December 21, 2018 Hunerî
Nivîskarê kurd Reûf Hesen koça dawî kir
Îro berbanga sibehê li bajarê Silêmaniyê çîroknivîs û wergêrê kurd Reûf Hesen ji ber nexweşiyekê koça dawç kir.

Reûf Hesen yek ji çîroknivîs û wêrgêrên kurd bû li bajarê Silêmaniyê ji dayîkbûye û di salên şîstî de dest bi nivîsandinê kiriye, yekem pirtûka wî jî sala 1967 bi navê Gerdûn hat çap û belav kirin.

Piştî wê li gel Fûad Sirac û Selam Menimî pirtûkeke bi navê Çeger di sala 1973 çap û belav kir.

Nivîskar Reûf Hesen kesekî rewşenbîr û çalak bû di warê nivîsa çîrok û wergerê de û derbarê vê yekê gelek berhemên wî hatibûn çap û belav kirin ji wan berheman jî Sibe bavê te tê, herwiha endamê Yekîtiya nivîskarên kurd liqê Silêmaniyê bû.

Reûf Hesen di heyama du salên borî de yek ji nivîskarên heftenameya Bas bû û hejmarek gotar û babet belav kirin.

Biryare termê wî îro bi beşdariya yekîtiya nivîskaran li bajarê Silêmaniyê bixakê were spartin.

Basnews
Top