• Friday, 01 November 2024
logo

Nivîskar û rojnamevanekî Kurdistanê koça dawî kir!

Gulan Media December 16, 2018 Hunerî
Nivîskar û rojnamevanekî Kurdistanê koça dawî kir!
Nivîskar, rojnamevan û alîkarê berpirsê ofîsa ragehandina YNKê Mistefa Salih Kerîm ji ber nexwaşiyê li bajarê Silêmaniyê koça dawî kir.

Berpirsê baskê Silêmaniyê yê sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 16.12.2018ê nivîskar û rojnamevan Mistefa Salih Kerîm li bajarê Silêmaniyê ji ber nexwaşiyê koça dawî kir.’’

Herwaha got, Mistefa Salih Kerîm di temenê karê xwe de xizmetek mezin gehande karwanê rojnamevaniya kurd kiriye û xwedî rol bû di wêjeya kurdî de.

Karwan Enwer ragehand: ‘’Mamosta Mistefa Salih Kerîm heman demê alîkarê berpirsê ofîsa ragehandina YNKê bû.’’

Herwaha derbarê koça dawî ya Mistefa Salih Kerîm de, ofîsa ragehandina YNKê jî peyamek belav kir û di peyama xwe de behsa rol û bandora rojnamevan kir. Ji bo wê jî Serxweşî li ragehandina YNKê, rojnamevanan, wêjevanê kurd û kesûkar û malbata navborî kir.
Top