Anna Hints: Ez dixwazim derbarê Kurdan de fîlmekê çêkim
Anna Hints bi fîlma xwe ya bi navê “ICE” beşdarî 6emîn Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê bibû.
Hints da zanîn ku stranên Kurdî gelek bandorê lî wê dike û dema ku ew guhdarî hinek stranên kurdî dike hestir ji çavên wê dibare û got: “Muzik gelan nêzîkî hev dikin.
Derhênera Estonyayî diyar kir ku ew dixwaze derbarê çand û folklara Kurdî de fîlmekê çêbike.
Anna Hints bersiva pirsên Rûdawê da.
Rûdaw: Berî ku tu serdana Herêma Kurdistanê bikî çi zaniyarî derbarê Kurdan de cem te hebûn?
Anna Hints: Min tevahiya zanyariyên xwe yên derbarê Kurdan de ji medyaya Ewropayê wergirtine. Ev jî derbarê bûyerên terorî de bûn. Lê min bi saya Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê, Kurdistana rast naskir û min dît ku Kurdistan gelekî xweş e. Ji aliyê çand û dîrokê ve jî gelek dewlemend e.
Gelo li Ewropa dîmenekî xirab ê Kurdistan û Rojhilata Navîn heye?
Hemû tiştan bi Îslamê ve girê didin û ew yek jî li ser xelkê tirsê çêdike. Bi min tirsandina xelkê rewşeke siyasî ye. Hinek aliyên mihafazakar dixwazin bi vî awayî bibin desthilatdar. Ev jî pirsgirêkek mezin e.
Tu dıxwazî wek derhêner an jî wek stranbêj zêdetir bê naskirin?
Li gel derhêneriyê nasnameya min a stranbêjiya folklorîk jî heye. Min temaşe belgefîlmek kurdî kir, straneke folklorik têde hebû. Wê stranê ez giryandim. Bandor li ser hestê min kir. Ev yek jî dide xuyankirin ku muzik dikare gelan nêzîkî hev bike.
Dema tu ji Kurdistanê vegeriya, te ji heval û derdora xwe re çawa behsa Kurdistanê kir?
Min ji wan re got ku Kurdistan ji perçeyên din ên Iraqê ciyawaztir e. Ti peywendiyên îslamiyetê bi terorê ve nîne. Ez hewl didim ku bi rêya medyaya Estonyayê Kurdistan û îslamê bi xelkê bidim nasîn.
Tu dixwazî fîlmeke derbarê Kurdistanê de çêkî?
Belê, ez dixwazim derbarê folklora Kurdî de fîlmekê çekim.
Ew fîlma te ya ku beşdarî Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê bibû çîroka wê behsa çi dikir?
Fîlma ICE behsa çîroka hevdîtina bavekî li Iraqê leşker a bi kurê xwe yê 10 salî re dike. Ew bi awayekî trajik ji hev cuda dibin. Fîlm bi temamî bi şêwaza sinematografik hate çêkirin. Peyama min a fîlm ew e ku jiyan wek perçeyeke qeşayê ye û mirov bi sere derbas dibe û her gav eger heye ew qeşa bişkê. Jiyan gelek nazik e, lewma pêwîst e ku em hemû derfetên xwe ji bo dilovanî û bextewariyê kar bînin, an ne ji bo xirabiyan.
Tu asta fîlmên Kurdî çawa dibînî?
Di festîvalê de çîrokên gelek bihêz hebûn. Herwiha derhênerên jin gelek serkeftî bûn. Ew niha ji bo min dibin îlham ku ez niha li ser çêkirina yekem fîlma dirêj dixebtim. Naveroka fîlmê behsa tundûtijiya li dijî jînan dike.
Li Estonyayê asta fîlm û sînameyê çawa ye?
Li Estonyayê niha hejmara derhênerên jin zêdetir dibe. Hikûmet bûdçeyeke mezin ji bo karên sînemageriyê vediqetîne. Rewşa sînemayê niha ji heyama Sovyetê gelek baştir e. Navendên sînemayê hene û gelek serkeftî û bihêz in. Navenda sînameya me di warê perwerdeyê de dikare alîkariya xort û jinên Kurdistanê bike.
Rudaw