15.mîn festîvala şanoya kurdî ya Seqizê destpê dike!
Rêveberê 15.mîn festîvala şanoya kurdî ya Seqizê Dr. Qutbedîn Sadiqî ji çapemeniyê re ragehand: ‘’Festîval sibe 28.11.2018ê destpê dike û heta yekşemê 02.12.2018ê dê berdewam be. 38 şanoyên navxweyî û 14 şanoyên biyanî ango bi giştî 52 derhênerî geheştine festîvalê û ji aliyê dawer ango hakemên pispor ve hatine helbijartin.’’
Qudbedîn Sadiqî ragehand: ‘’Di vê festîvalê de 9 grubên şano li bajar û bajarokê Rojhilatê Kurdistanê û çar grubên biyanî jî beşdarin û li gel yek pêşbirkê dikin û gruba serkeftî bibe dê moleta beşdarbûna festîvala Fecir dê jê re bê dayîn, ku li Tehranê birêve diçe.’’
Bi hewla berpirsên ferhengî û çandî ve festîvala şanoya kurdî ya Seqiz li roj jimêriya salane ya wezareta rewşenbîrî ya Îranê de hatiye tomar kirin.
Basnews