• Wednesday, 27 November 2024
logo

15.mîn festîvala şanoya kurdî ya Seqizê destpê dike!

Gulan Media November 27, 2018 Hunerî
15.mîn festîvala şanoya kurdî ya Seqizê destpê dike!
Biryare sibe 28.11.2018ê 15.mîn festîvala şanoya kurdî ya Seqizê bi beşdariya grubên şanoyê yên Rojhilatê Kurdistanê û çend grubeke biyanî ve destpê bike.

Rêveberê 15.mîn festîvala şanoya kurdî ya Seqizê Dr. Qutbedîn Sadiqî ji çapemeniyê re ragehand: ‘’Festîval sibe 28.11.2018ê destpê dike û heta yekşemê 02.12.2018ê dê berdewam be. 38 şanoyên navxweyî û 14 şanoyên biyanî ango bi giştî 52 derhênerî geheştine festîvalê û ji aliyê dawer ango hakemên pispor ve hatine helbijartin.’’

Qudbedîn Sadiqî ragehand: ‘’Di vê festîvalê de 9 grubên şano li bajar û bajarokê Rojhilatê Kurdistanê û çar grubên biyanî jî beşdarin û li gel yek pêşbirkê dikin û gruba serkeftî bibe dê moleta beşdarbûna festîvala Fecir dê jê re bê dayîn, ku li Tehranê birêve diçe.’’

Bi hewla berpirsên ferhengî û çandî ve festîvala şanoya kurdî ya Seqiz li roj jimêriya salane ya wezareta rewşenbîrî ya Îranê de hatiye tomar kirin.

Basnews
Top