• Sunday, 28 July 2024
logo

Jan Dost li Hewlêrê romana Kobanê bi îmzaya xwe ve belav dike!

Gulan Media October 15, 2018 Hunerî
Jan Dost li Hewlêrê romana Kobanê bi îmzaya xwe ve belav dike!
Biryare roja çarşemê nivîskarê navdar ê kurd Jan Dost bi merasîmekê ve bi hemangehiya li gel saziya çapemeniya Bas û çap û weşanxaneya Rafîdîn ve romana Kobanê bi zimanê erebî bi îmzaya xwe ve belav bike.

Vê derbarê de Jan Dost ji BasNewsê re ragehand: ‘’Demjimêr 13:00 ango 1ê roja Çarşemê 17.10.2018ê di 13.mîn pêşangeha navnetewî ya Hewlêrê ya pirtûkan de, romana Kobanê ya bi zimanê erebî bi merasîmeke taybet a bi hemahengiya saziya çapemeniya Bas û çap û weşanxaneya Rafîdîn ve bi îmzaya xwe ve belav bikim. Herwaha romana Kobanê bi zimanê kurdî (Soranî û Kurmancî) belav dikiim û pirtûkên min ên din jî dê bên pêşandan.’’

Jan Dost nivîskar, helbestvan û wergêrê kurd e û sala 1965ê li Kobanê ji dayîkbûye. Gelek romanên û nivîsên wî hene. Heta naha 8 romanên wî hene, hin ji wan waha ne; Mijabad 2004, 3 Gav û 3 Darek 2007, Martînê Bextewer 2012, Kobanê 2017.

Basnews
Top