• Friday, 05 July 2024
logo

Dengbêj Gazînê canê xwe ji dest da

Gulan Media August 22, 2018 Hunerî
Dengbêj Gazînê canê xwe ji dest da
Dengbêja Kurd Raziye Kizil ku di raya giştî de weke Dengbêj Gazîn dihat naskirin, canê xwe ji dest da.

Dengbêj Gazîn ku krîza dil derbas kiribû û ji roja Înê heta niha li nexweşxaneya zankoya Wanê dihat tedawîkirin, îro danê sibê canê xwe ji dest da.

Dengêbj Gazîn sala 1959an li navçeya Tetwan a Bêdlisî ji dayîk bû.

Dengbêj Gazîn hêj di zaroktiya xwe de dest bi dengêbjiyê kir. Di temenê xwe yê 14 salî de hat zewicandin. Di salên 1990î de ji ber gotina stranên Kurdî sê doz li dij wê hatin vekirin û bi 2 salan hat cezakirin, cezayê wê hatibû paşxistin.

Dengbêj Gazîn 9 CD û klîbek derxistibûn û sala 2010an li Wanê yekem Komeleya Dengbêjên Jin vekir û serokatiya wê dikir. Dengêbj Gazîn heta niha gelek zarok û ciwan fêrî dengbêjî û stranbêjiyê kirine.

Basnews
Top