• Wednesday, 08 May 2024
logo

Xamneyî fermana kuştina xelkê da

Gulan Media September 25, 2022 Nûçe
Xamneyî fermana kuştina xelkê da

Dibêje rejîm ji nîşkave ketiye nava kemîneke metirsîdar de.

Rayedarekî rejîma Îranê ku, tê gotin kesekî nêzî Elî Xamneyiye û şêwirmendê wî yê karûbarên ewlekariye, ji Iranviar re ragihandiye ku, Xamneyî û rayedarên din yên rejîmê ji rewşa niha ya Îranê gelek ditirsin û dibêjin em bi nexafilî hatine girtin.

Ev rayedarê Îranî diyar kiriye ku, Xamneyê ferman bi spaha Pasdaran kiriye daku, bi tevahiya hêz û karînên xwe dest bi lêdana xwepîşanderan bike û dawî bi xwepîşandanan bîne.

Ev rayedarê han herwiha eşkere kiriye ku, eger rewş wisa berdewam be, egera çê bûna komkujiyên gelek mezin jî heye.

Weke tê zanîn ev 9 roje li seraserê Îranê jiber kuştina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîmê ve xwepîşandanên mezin hene û heta niha hêzên rejîmê zêdetir ji 50 kesan kuştine.

 

 

Top