• Friday, 29 March 2024
logo

Derxistina hingivê zinaran li Colemêrgê

Gulan Media September 15, 2022 Corane
Derxistina hingivê zinaran li Colemêrgê

Mêşvan Adil Yîgît ê ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ev 23 sal e mêşvaniyê dike, hingivê ku li serê çiyayên bilind di nav kevir û zinaran de dibîne piştî gelek hewl û zehmetiyan derdixe û bi taybetî difiroşe kesên jê xwestine.

Li gorî pisporên hingiv, yek ji hingivê herî xweş û tendurust hingivê zinara ye. Mêşvan Adil Yigit li gundê Dêzê ê ser bi Colemêrgê ve karê komkirina hingivê zinar û lata dike. Ew serê sibehê berê xwe dide çiya û baniyên asê û dide pey şopa mêşên hingivîn.

Adil Yigit ê 52 salî dibêje, peydakirina cihê wan jî ne bes e, divê ji despêka biharê heta payizê wan bişopîne, berê xwe bide cihê wan û paşê bi hezar zehmetiyan şaneyên wan derxîne.

Mêşvan Yigit derbarê karê xwe de dibêje: “Zor e, bi taybet bo tu mêşekê di nav zinaran de peyda bikî divê lêbigerî, divê ti cihê wan bizanî. Piştî te zanî êdî tû ji despêka biharê heta meha Îlonê wan dişopînî. Em hingivê wê derdixin. Em despêkê sindoqekê dibin yek du şanên hingiv têxinê û wan mêşan jî têxin nav de daku bijîn û nemrin.”

Yigit diyar kir ku ew ev bû 23 sal karê mêşvaniyê dike hingivê ku ew derdixe xwezayî ye û mêşên hingiv bi kulîlkên zozanê Colemêrgê çêkiriye û li gelek cihan wek derman tê bikaranîn.

Yigit herwiha got: “Dema despêkê em vedikin mêşên hingiv êriş dikin û bi me ve didin. Eger em bêyî cilên taybet û lepik bikevin nav de wê me perîşan bikin. Em carna ji bo kîloyek hingiv bi kîlometreyan rê diçin. Em bi qasî 5-6 kîlometre rê diçin, 100-200 metre hildikişin çiyê. Meş li her derê danaynin û li ku derê rihet bin li wê derê datînin.”

Mûşteriyên wî yên ku hingivê xwezayî dixwazin li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û li gelek welatên Ewropa jî hene ew li ser daxwazê ji wan re dişîne. Ew kîloya wî hingivî di navbera 2 hezar, 2 hezar û 500 lireyî de difiroşin.

 

Rudaw

Top