• Friday, 05 July 2024
logo

Boran Zaza: Ji bo mûzîka Kurdî projeyên min ên mezin hene

Boran Zaza: Ji bo mûzîka Kurdî projeyên min ên mezin hene
Boran Mihemmed Zaza, xanina pyanojena ji Rojavayê Kurdistanê, li Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê beşa mûzîkê xwendiye. Wê li Koleja Huneren Ciwan a Lûbnanê jî heman beş xilas kiriye.



Boran Mihemmed Zaza niha mijûlî bi notakirina melodiyên Kurdî ye û di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa projeyên xwe kir.



Te li Lubnanê xwend. Lûbnanî derbarê mûzîk û stranên Kurdî de çi dibêjin?



Bi nêrîna min eger bixwazin zêdetir mûzîk û stranên xwe bi dinyayê bidin naskirin, mîkskirin û têkelkirina mûzîka Kurdî bi mûzîka vê navçeyê re dibe karekî giring. Min jî bi têkelkirina mûzîka Kurdî û ya Lûbnanî kariye mûzîka Kurdî bi Lûbnaniyan bidim nasîn. Hunermend Îbrahîm Şêxo koraleke Kurdî nivîsî û min jî pêşkeşî Lûbnaniyan kir û wan jî ev kar pir bi başî pêşwazîkirin.



Niha jî tu li Kanadayê dixwînî. Ji bo xwendinê te çima Kanada hilbijart?



Yek ji sedema çûna min a ji bo Kanadayê ew bû ku bi awayeke akademîk li ser mûzîka Kurdî, Ermenî û gelên din lêkolînê bikim. Herwiha arşîva hunerî ya mûzîk û stranên Kurdî dewlementir bikim. Mixabin ji ber bi zimanên din pirtûkên li ser mûzîk û stranên Kurdî pir kêm in, eger hebin jî Kurdan nenivîsiye. Lewma zanyariyên wan ên derbarê çand û mûzîka Kurdî kêm e.



Li Kanada te ti projeyeke hunerî pêk anî?



Belê, me çend konsert sazkirin û min çend parçeyên mûzîka Kurdî jî bi piyano jeniya. Paşî Kanadayiyan gotin, ku van mûzîkan bandor li wan jî kiriye û zû jê hezkirine.



Projeya te ya nivîsandina mûzîk û stranên Kurdî bi awayeke akademîk heye?



Pisporiya min li ser jenîna amêrên piyano û koral e. Awazdanîn û notayên mûzîkê ne karê min e. Lê ligel mûzîkjen û awazdanerê Kurd Îbrahîm Şêxo projeyeke me ya mezin heye. Wî çend stranên Kurdî bi şêwazê akademîk û pit bi harmonî nivîsiye. Em ê di demekê nêzîk de wan stranan di albûmekê de belav bikin.Gelek stranên Kurdî yên bi navûdeng jî ji bo piyano solo hatine danîn û biryare li Kanadayê di stûdyeyî de bi awayeke profesyonel tomar bikin da ku tiştekî me hebe em nîşanê xelkê bidin û bêjin ev jî mûzîk û stranên kurdî ne.



Piştî te bawernameya mastir wergirt tu dê vegerî Kurdistanê?



Min hêj biryara dawîn nedaye. Çimkî rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ne diyar e. xewnên min ên mezin hene. Lewma dibe qet venegerime Kurdistanê. Lê hertim jî serdana Kurdistanê dikim û çi alîkariyê ji min dixwazin jî pêşkeş dikim.



Ji bo keçekê Kurd ne zehmet bû ku bi tenê li Lûbnanê bixwînî û paşî bi tenê herî Kanadayê?



Hemû endamên malbata min hunermend û hunerdost in, hertim hevkariyê didin min û pişatigiya min dikin. Lewma wan nehiştin tu kêmasiyeke min hebe. Bi tevê wê yekê jî bi nêrîna min em weke keç xelet in. çimku niha civak zêdetir vekiriye û ber bi pêşve diçe. Lê hinek keçik wisa dizanin ku hêj serdema kevn e newêrin gavan bavêjin. Bi nêrîna min eger keçek bixwaze gavekî bavêje dikare serkeftî be û hemû karan jî bike.



Nenivîsandina natoyan çiqas ziyanê dide mûzîk û hunera Kurdî?



Berî digotin ji ber nebûna çareya tone, ji bo stran û klaman nota nehatine nivîsandin. Lê bi nêrîna min dikarin ji bo klaman jî notayan binivîsin. Ji ber nenivîsandina notayan piraniya melodiyên klam û stranên Kurdî têk çûne. Ewên mane jî nîv bi nîv hatine gotin, lewma mane. Li her herêmê jî li gorî wan guhertin hatiye kirin û resentiya xwe wenda kiriye. Li welatên Ewropa û Amerîkayê arşîveke mezin a mûzîk û stranan heye. Ji ber ku bi riya notayan hemû kirine arşîv.



Kurd xwe weke xwedanê hinek amêrên mûzîkê dibînin, ku neteweyên din jî wan amêran bikar dihînin. Gelo amêrên taybetî yên Kurdan hene?



Min li çend welatên cuda jiyan kir. Her neteweyek hinek amêran weke yê xwe dibînin. Ji lewra ez dibêjim amêrên mûzîkî yê hemû gelan e û kes nikare xwe bike xwedan. Çimkî hemû gel bikartînin û dîroka wan jî ne diyar e. Bi dîtina min ev yek ne pirsgirêk e.



Di navbera zanîngeha Kurdistan û peymangeha Lûbnanê de çi ferq û cudahî hebûn?



Nabe mirov zanîngeh û peymangeha Kurdistan û Lûbnanê berawird bikî. Bi nêrîna min herdu gelek ji hev cuda ne.



Beşek ji wan xwendekarên zanîngeh û peymangehên Kurdistanê tenê ji bo bidestxistina bawernameyan dixwînin. Tu vê yekê çawa dibîni?



Mixabin ev yek rast e û hinek kes tenê ji bo bawernameyan diçin zanîngeh û peymangehan. Ya ji vê jî xiraptir ew e, ku ew kes dibin mamosteyên dibistanan û ev yek jî pirsgirêkê kûrtir dike. Çimku nabe hemû kes bibe mamoste. Lewma ev diyarde rast e û berdewam jî dike.

Rudaw
Top