• Wednesday, 01 May 2024
logo

Şanda PDKê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê civiyan

Şanda PDKê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê civiyan
Şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Rûsyayê ye û îro wê şandê serdana Wezareta Derve ya Rûsyayê kir û li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mixaîl Bogdanov civiya.



Peyamnêrê Rûdawê yê li Moskowê, Kamêz Şedadî ragihand, îro Sêşembiyê şanda Partiya Demokrata Kurdistanê li gel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mixaîl Bogdanov hevdîtin pêk anî.

Kamêz Şedadî herwiha got, roja Pêncşembiya heftiya bihorî (25-10-2018) şandeke Partiya Demokrata Kurdistanê bi serokariya Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yê PDKê, Huşyar Siweylî bi armanca beşdarîkirina di konferansa partiyên parzemîna Asayayê, serdana Rûsyayê kiriye.



Peyamnêrê Rûdawê dibêje, di wan çend rojan de ku şanda PDKê li Rûsyayê bûye, wê şandê çendîn hevdîtin û civîn li gel partiyên çend welatên Asyayê encam daye.



Kamêz Şedadî ragihand, îro jî di berdewamiya serdana xwe de, şanda Partiya Demokrata Kurdistanê li Moskowê bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mixaîl Bogdanov re civiya.


Pêştir Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yê PDKê, Huşyar Siweylî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, ku ew weke ofîsa pêwendiyên derve ya PDKê bi şêweyekê fermî bo amadebûna di konferansa partiyên siyasî yên Asyayê de hatine vexwendin.



Huşyar Siweylî herwiha ji Rûdawê re gotibû: “Em di wê konferansê de ji bilî pêkanîna hevdîtinan û têkiliyên li gel nûnerên partriyên beşdar, bi rêya wan dê hewla çêkirina pêwendiyan û bihêzkirina pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmetên wan welatan bidin. Em dê hewl bidin, ku rewşa Kurdistanê ji wan re zelal bikin, rol û pêgeh û giraniya Partiya Demokrata Kurdistanê di rêvebirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û heta li ser asta hikûmeta federalî jî nîşan bidin.”
Top