• Tuesday, 07 May 2024
logo

Tirkiyê piştrast kir: YPG bi temamî ji Minbicê vekişiya

Tirkiyê piştrast kir: YPG bi temamî ji Minbicê vekişiya
Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand, şervanên YPGê bi temamî ji bajarê Minbicê yê Sûriyê vekişiyane.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy di civîneke rojnamevanî de li ser rewşa dawî ya Minbicê got, duh hêzên Tirkiyê û yên Amerîka li nav Minbicê de geriyan. Ew hêzên YPGê yên ku li xalên dewriya hêzên Tirkiyê bûn, bi temamî vekişiyane.

Encumena serbazî ya Minbicê jî îro ragihandibû ku koma dawî ya şervanên YPGê roja 15 vê mehê ji Minbicê vekişiyan.

Bajarê Minbicê girêdayî parêzgeha Helebê ya Sûriyê ye.

basnews
Top