• Tuesday, 07 May 2024
logo

Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê qonaxa piştî hilbijartinê dinirxînin

Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê qonaxa piştî hilbijartinê dinirxînin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 30.05.2018 li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li John Wilkes Balyozê Brîtanyayê li Îraqê û şandeya pê re kir.

Pêşhatên dawî yên piştî hilbijartina parlamentoya Îraqê û lezkirin li rêkeftina aliyên îraqî ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê, yekdengiya aliyên kurdistanî û rola karîgera wan di pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê de û berdewamiya danûstandinên navebra Hewlêr û Bexdayê ji bona çareserkirina tev pirsgirêk û arîşeyan di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Encamên hilbijartinê û çewaniya karkirin ji bona nehêlana dilgiraniya li cem hindek aliyan li ser encamên hilbijartina çêbûye gotûbêj li ser hate kirin û tekîd li ser wê yekê hat kirin ku pêwîste hikûmeta nû ya Îraqê zêdetir kar ji bona vejandin û bihêz kiirna êkonomî û çareser kirina pirsgirêkên hevwelatiyan ku di berjewendiya tevya pêkhateyên gelê Îraqê de be, bike.

Rewşa herêmî bi giştî û çend pirsên gêrêdayî rojeva herêmî çend mijarên din yên civîna navbera Serokwezîrê Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê li Îraqê, bûn.


Top