• Saturday, 18 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Hêvî dikim rewşa Îraqê baştir bibe

Gulan Media October 10, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Hêvî dikim rewşa Îraqê baştir bibe

hêvî dike encamên hilbijartinê bandoreke baş li ser rewşa Îraqê bike.
Îro di seat 7an de dengê xwe da.

Îro Seroê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di seat 7ê sibê de çû ser sindoqê dengdanê û dengê xwe da.

Piştî dengdanê jî bersifa pirsên rojnamevanan da û ragihand ku, hilbijartin girînge û lazime xelk bi coşeke mezin beşdarî di hilbijartinan de bike. Mafê reva yê her kesekiye ku bi awayeke azad  beşdarî di hilbijartinan de bike.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, hêvî dike, hilbijartin bi aramî û şefafî were kirin û encamên hilbijartinê bandoreke baş li ser rewşa Îraqê bike û rewşa Îraqê baştir bibe.

Barzanî herwiha diyar kir ku, peyama me bo gelê Îraqê aştî, azadî û bihevre jiyana aştiyane ye û got: Em hêvî dikin ku parlementoya Îraqê li ast kêşeyên gelê Îraqê de be.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku, gelên Îraqê hêjayê xizmeteke zêdetir û jiyaneke baştirin û hêvî dikim hêz û aliyên Kurdî jî yekdeng bin.

Nav hatî diyar kir ku, xelkê Îraqê ji diroşme û siloganên vala westiyaye û dixwaze bizane bi rastî çi tê kirin lewre hêvî dikim ev hilbijartina han cuda be û encamên baş bi xwe re bîne.

Top