Stranek cuda bo Pêşmerge ji xwişka Behmen Qubadî ve
![Stranek cuda bo Pêşmerge ji xwişka Behmen Qubadî ve](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/223339Image1.jpg )
Strana Azer Qubadî bi navê Welat e û taybet bo Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û şervanên Kurd û qurbaniyên şerê DAIŞê hatiye gotin û klîpek cuwan jê re hatiye amadekirin.
Azer Qubadî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku teksta stranê ji aliyê Nahîd Hisên Penahî ve hatiye nivîsandin, awaza berhemê wê û Johan Bejerhalm amade kirine.
Azer Qubadî herwiha got, vîdyo klîpa ku bo stranê hatiye çêkirin, ji arşîvên Hêzên Pêşmege û şerê li dijî DAIŞê hatiye wergirtin.
Rudaw