• Friday, 29 March 2024
logo

Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Urdinê civiya

Gulan Media September 17, 2021 Nûçe
Serokwezîr li gel Konsulusê nû yê Urdinê civiya

Serokwezîr helwestên Urdinê bilind dinirxîne.
 

Urdin dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Urdinê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe derbraê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;

Îro pêncşem 16ê Îlona 2021an me pêşwaziya Konsulusê nû yê giştî yê Şahnişîna Urdinê yê li herêma Kurdistanê Fûad Xazir Elmecalî kir.

Di civînê de me jiber destbikar bûna wî pîrozbayî li Konsulusê nû yê giştî yê Urdinê kir û di pîwerdariya nû de û pere pêdana zêdetir ya têkiliyên dîrokî yên di navbera herêma Kurdistan û Şahnişîna Urdinê de hêviya serkeftinê jê re xwest. me herwiha helwesta dostane ya Şah Ebdulah û Urdinê ya bo piştîvanî kirin ji herêma Kurdistanê di qonaxên cuda cuda de bilind nirixand.

Konsulusê giştî yê Urdinê jî spasiya hevkarî û hemahengiyên dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê li gel Konsulusxaneya Urdinê kir û amadebûna welatê xwe jî bo pêşde birina pir alî ya têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Urdinê diyar kir.

Top