Boris Johnson bi Ala Kurdistanê pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir
Îro li London a paytexta Brîtanyayê, civîna Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurduistanê ligel Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson destpê kir.
Boris Johnson li ofîsa serokwezîriyê ya avahiya hejmar 10 a Downing Streetê pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî kir û herdu lîderan ji ber rêkarên taybet bi Covid-19, bi enîşkên xwe silav dan hev.
Piştre Johnson û Nêçîrvan Barzanî derbasî ofîsa Serokwezîriya Brîtanyayê bûn.
Li cihê hevdîtinê di ofîsa serokwezîriyê de, li pişt serê Nêçîrvan Barzanî alên Kurdistan û Iraqê û li pişt serê Boris Johnson du alên Brîtanyayê hatine danîn.
Nêçîrvan Barzanî û Boris Johnson derbarê peywendiyên di navbera Hewlêr û Londonê de, şerê li dijî terorê û pêşhateyên Iraq û navçeyê diaxivin.
Rudaw