Şanda CHP li gel Serokwezîr civiya
behsa çend mijarên hevbeş kirin.
Behsa têkiliyên navbera Tirkiye û Kurdistanê hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke bilind ya partiya gel ya Komarî ya Tirkiyeyê kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro yekşem 5ê Îlona 2021an me pêşwaziya şandeke bilind ya partiya gel ya Komarî ya Tirkiyeyê ( CHP) bi Serokatiya Cîgirê Serokê partiya han Oguz Kaan Salici kir.
Di civînê de me giftûgo li ser pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê kir.
Cîgirê Serokê partiya gel ya Komarî, silav û rêzên Serokê CHP Kemal Kilicdaroglû gehande me û kêfxweşiya xwe jî li hember vê yekê ku cara yekem şandeke bilind ya CHP serdana herêma Kurdistanê dike, diyar kir û got: Armanca me ji serdana han bihêztir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Tirkiyeyê û eşkere kirina nêrîn û siyasetên CHPê ye yên derbarê çend mijar û babetên girîng û hevbeş de.
Di civînê de me balkêşande ser vê yekê ku Tirkiye cîran û welateke girîng ya dever û cîhanê ye û Kurdistan jî faktereke serekî ya aramiyê ye li deverê de û hertim xwestiye baştirîn têkilî li gel Tirkiye ku welateke pir netew û ole ku ev jî nîşaneya zengîn bûna vê welatê ye, çê bike.