• Saturday, 18 May 2024
logo

Şazadeyê Îmaratê û Erdogan peywendiyeke telefonî pêk anîn

Gulan Media August 31, 2021 Nûçe
Şazadeyê Îmaratê û Erdogan peywendiyeke telefonî pêk anîn

Şazadeyê Îmaratê û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Şazadeyê Îmaratê û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdarên Îmaratê Şêx Mihemed Bîn Zeyd El Nahyan û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan peywendiyeke telefonî pêk anîn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îmaratê di telefonê de, pêşxistina pêwendiyên dualî bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du welatan bike, hatin gotûbêjkirin.

Li gor heman nûçeyê di peywendiyê de, her du serkirde li ser çend mijarên navneteweyî û herêmî û mijarên hevbeş axivîne.

Piştê demeke dirêj yekem car e ku di nav herdu welatan de peywendî pêk tê.

Di rojên derbas bûyî de Erdogan bi Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Îmaratê Şêx Tahnûn Bîn Zeyd El-Nahyan re hevdîtin pêk anîbû.

 

Rudaw

Top