• Saturday, 18 May 2024
logo

Rûsye: Têkiliyên me li gel Kurdistanê başin

Gulan Media August 28, 2021 Nûçe
Rûsye: Têkiliyên me li gel Kurdistanê başin

dibêje Kurdistan li deverê de xwedan roleke girînge.
Şandeke odeya pîşesazî û bazirganî ya Kurdistanê li Rûsyeyê ye.

Di çarçoveya serdana xwe ya bo Rûsyeyê, şanda odeya bazirganî û pîşesazî ya Kurdistanê li gel şanda odeya bazirganî û pîşesazî ya Rûsyeyê civiya.

Di civînê de ku nunerê taybetî yê Serokê Rûsyayê yê bo karûbarê Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Michael Bogdanov jî têde amade bû, behsa pêşde birin û zêdetir kirina liv û tevgerên bazirganî di navbera Kurdistanê û Rûsyeyê de hate kirin.

Her di heman civînê de Michael Bogdanov diyar kir ku, Kurdistan welatekî girînge li deverê de, hevbeşekî serekî ya me ye di şerê dijî terorê de û xwedan roleke girîng û serekiye lewre Rûsye gelek girîngî bi têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê dide.

Top