Youtube derbeyek li Sibel Can da
![Youtube derbeyek li Sibel Can da](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/209194Image1.jpg )
Stranbêja navdar Sibel Can albûmek nû bi navê “Arabesque” amede kiriye û plan kiribû 29ê Nîsanê bide nasandin, lê stranên wê albûme li ser Youtube hatine belavkirin.
Sibel Can bi rêya parêzarê xwe stranên li ser Youtubê dan rakirin.
Can diyar kir ku ew nizane ji aliyê kê ve stran hatine belavkir û got: “Ez gelekî xemgîn bûm ku bi vî awayî keda me bê dizîn. Ez ji guhdarvanên xwe hêvî dikim ku rêzê ji hunermendan û keda wan bigrin.”
Rudaw