Davutoglu: Min ew doz firot
Serokê Partiya Peşerojê Ahmet Davuoglu, li ser hesabê xwe yê Twitterê vîdeoyek belav kir û rexneyên tund li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan girtin.
Ahmet Davutoglu got “Eger doz, mirov zavayê xwe bike wezîr û wî dewlemend bike, welat bixe xizmeta 3-5 karsazan û welat di bin qedexe û gendeliyê de bimîne, min ew doz firotiye.”
Herwiha Davuoglu dibêje “Eger doz mirov zavayê xwe bike Wezîrê Xezîneyê û wî dewlemend bike, min ew doz firotiye. Eger doz mirov çavkaniyên welêt bixe xizmeta 3-5 karsazan, min ew doza firotiye. Eger doz ciwanên li Navenda AK Partiyê kokaînê bikşînin, otomobîlên luks bi kar bînin, min ew doz firotiye. Eger doz welat di bin qedexe, gendelî û xizaniyê de bimîne min ew doz firotiye. Eger doz dewlemendkirina her mirovekî xwe be, rast e min ew doz firotiye.”
Davutoglu got jî “Eger doz edeleta Hz. Umer be, me rewişta siyasî parastî ye û xwediyê wê dozê em in. Eger doz cudanekirina zarok û zavayên xwe ji xelkê be, eger doz li dijî her qedexeyekê berxwedan be, xwediyê wê dozê em in.”
Rudaw