• Sunday, 28 July 2024
logo

Çîmen Rehmanî: Li Îranê jin nikarin bi tenê stranan bibêjin!

Çîmen Rehmanî: Li Îranê jin nikarin bi tenê stranan bibêjin!
Çîmen Rehmanî stranbêjeke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Çîmen li bajarê Kirmaşanê dijî û keça hunermendê Kurd ê koçkirî Yedulla Rehmanî ye. Çîmenê îsal yekem vîdeoklîba xwe ya bi navê "Yek le hezaran" belav kir.


Rûdaw: Tu keça kesayetiyeke hunerî ya Rojhilat î ku ew jî Yedulla Rehmanî ye. Te çima wisa dereng dest bi karê hunerî kir?

Çîmen Rehmanî: Bavê min zor li min nedikir û nedigot divê tu bibî stranbêj. Lê dema dît ez ji hunerê hez dikim, alîkariya min kir.

Temenê te çend bû dema te dest bi gotina stranan kir?

Temenê min şeş salî bû. Wê çaxê dema em ji bo seyranê diçûn çolê, bavê min stranên hunermend Nasir Rezazî digotin. Min jî li pey wî digot. Lê wek pîşe, min di 18 saliya xwe de dest bi gotina stranan kir. Xewna bavê min ew bû ku di programekê de ku stran tê de digot, em bi hev re stranan bibêjin û min bide nasîn û digot ez dixwazim tu bi karekî mezin dest bi karê hunerî bikî. Lê mixabin ji ber koça dawîn a bavê min ku beriya pênc salan bû, ew derfet peyda nebû. Li Îranê qedexe bû jin bi tenê stranan bibêje.

Lê jinên din ên Rojhilat û fars jî bi tenê yan bi koman re stran digotin, çima ew derfet ji te re nebû?

Rast e di van salên dawî de wiha bû, lê berê ne wiha bû.



Îsal te yekemîn berhema xwe bi navê "Yek le hezaran" belav kir ku bêhtir berhemeke jinan e, çima yekem berhema te ji bo jinan bû?

Min dixwest yekemîn berhema min karekî mezin be. Ji bo vê stranê jî helbest û awaz û sponsorekî baş amade bû. Ez pir dilgiran im ji rewşa ku jin tê de ne, di piraniya civakan de û bi berdewamî di xeyala min de bû ku ez berhemekê li ser çîroka zehmetiyên jinan amade bikim.

Naveroka berhema te li ser çi ye gelo?

Naveroka berhema min behsa jiyana keçeke Kurd dike ku ji dema tê jiyanê û heta wefat dike, jiyana wê di nav zehmetî û dijwariyan de derbas dibe. Wek mînak, gava jidayik dibe wek piraniya malbatên din ku naxwazin keç ji wan re çêbin, dibêjin keç ji me re çêbûye û ocaxa me kor e. Piştre dema hinekî mezin dibe tê sinetkirin û bi zorê tê zewicandin. Mêrê wê şîdetê li dijî wê bikar tîne, lewma di dawî de ew keç xwe dişewitîne.

Te klîba xwe li ku kişand?

Li bajarê xwe yê Kirmaşanê.

Çima berhemên te taybet li ser jinan ne?

Ne merc e taybet bin bi jinan, lê divê kar û berhemên min xwedî peyam bin.

Berhema te ya nû çi ye?

Karekî neteweyî ye. Sîmîn Çayçî teksta wê nivîsandiye û Saman Yezdanpûr awaza wê daniye û ev stran li ser jinên pêşmerge ye.

Tu dixwazî stranên bavê xwe nû bikî?

Erê, berhemên wî yên baş hene û ez dixwazim hinekan ji wan nû bikim.

Te mêr kiriye?

Na, ez bi dergistî me.

Rudaw
Top