• Saturday, 18 May 2024
logo

Welatiyek di şerê navbera PKK û Tirkiyê de şehîd bû

Gulan Media August 14, 2021 Nûçe
Welatiyek di şerê navbera PKK û Tirkiyê de şehîd bû

Li nahiya Kanî Masê welatiyek di şerê navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê de şehîd bû.

RêveberêNahiya Kanî Masê Serbest Sebrî ji Kurdistan24ê re ragihand; welatiyek li gundê Dişîşê di nava baxçeyê xwe de bi gulleyeke doçkayê şehîd bû.

Di meha Gulana borî de şer û pevçûnên navbera artêşa Tirkiye û PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi tundî dest pê kir û di encama wan pevçûnan de hejmarek welatiyên Herêma Kurdistanê şehîd bûn û bi sedan malbat jî ji mal û milkê xwe aware û derbeder bûn.

 

K24

Top