• Monday, 20 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê rewşa Kurdistanê gotûbêj kirin

Gulan Media August 11, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîkayê rewşa Kurdistanê gotûbêj kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller civiyan û di wê hevdîtibnê de herdu aliyan rewşa Herêma Kurdistanê û navçeyê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  îro Sêşemê 10ê Tebaxa 2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de gotûbêj li ser diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de, qonaxa paşerojê ya peywendiyan, rewşa navxweya Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û paşeroja proseya siyasî ya li welat, pêşhatên dawî ya şerê dijî terorê û rûbirûbûna metirsiyên DAIŞê, belavbûna Covid-19 û kampanya derzîlêdana dijî pandemiyê kirin.

Di civîne ku Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Robert Palladino amade bû, tekez li ser girîngiya beşdariya Herêma Kurdistanê di diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de kirin.

Nêçîrvan Barzanî diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê de neku tenê li ji aliyê serbazî û berevaniyê ve, herwiha ji aliyê kultûrî, aborî, perwerdeyî û warên din ve jî ji bo hevkariya Iraqê bi girîng da zanîn.

Ji aliyê xwe ve Balyozê Amerîka pêgiriya welatê xwe ya bi berdewamiya piştgîriya Iraq û Herêma Kurdistanê û hevkariya li gel artêşa Iraq û Pêşmerge dubare kir û got: “Amerîka bi girîngiyê ve aramiya navçeyê û Iraqê dinêre.”

Di beşeke din a civînê de Matthew Tueller bal kişand li ser hevdîtineke îro ya li gel komek çalakvanên jin û nûnerên ol û mezhebên cûda yên li Herêma Kurdistanê û behsa sûdmendên programa welatê xwe kir ku li çendîn waran da hevkariya lawan û pêşxistina mirovî pêşkêşî bi Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Tueller herwiha ji bilî pesnê kultûra pêkvejiyanê û hevdû qebûlkirina li Herêma Kurdistanê, tekez li ser girîngiya parastina wê kultûrê û maf û azadiyan kirin.

Çawayî û girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û rewşa Sûriye, girîngiya aramiyê û pêşketinên dawî yên navçeyê bi giştî û çend pirseke din mijarên civînê bûn.

Top