• Sunday, 28 July 2024
logo

Fîlma Bîranên Ser Kevir li Elmanya hate nimayiş kirin

Fîlma Bîranên Ser Kevir li Elmanya hate nimayiş kirin
Di şeva 08.04.2016 de li sînemaya Babylon a Berlînê filma Kurdî Bîranînên ser Kevir (Memoris on Stone) a derhêner Şewket Emîn Korkî galaya xwe bi amadebûna hejmareke mezin a revenda kurd û dostên Elman û berhemhêner û hijmareke ekteran pêşkêşkir.

Li destpêkê rojnamevan Yado Ciwan sernavê amadekar û Mîtosfilm bixêrhatina mêvanan kir û zanyariyên giring dan amadevanan û daxwaza demek xweş kir.

Fîlm derdora du demjimêran berdewam kir, piştre bi moderatoriya derhêner Solîn Yusif derhênerê film Şewket Emîn Korkî û berhemhêner Memed Aktaş û ekterê sereke derhêner Husên Hesen liser filma xwe danûstandin ligel temaşevanên film kirin, cihê dilxweşiyê ye ku temaşevanên ne kurd jî di salonê de hebûn mîna dostên Elman, wan li film meyze kirin û pirs jî kirin.

rewşa sînema kurdî di dîmen û peyama filmê Bîranînên Ser Kevir de dîtin. Ekterê sereke Husên Hesen ji BasNews re eşkere kir ku, piştî Berlîn wê premiereya filmê wan li bajarên Hannover, Köln, Frankfurt û Münchenê jî were pêşkêşkirin, ew dixwaze revenda kurd weke Berlîn amadeyî salonên sînemayê bi bin û piştgirî bidin filmê kurdî.

Hêjayî gotinê ye film ji bilî Berlîn wê roja Yekşemê l Köln were nîşandan, li hin festîvalên navneteweyî de xelatên biha standine weke xelata UNESKO, Porteqa Antalya, festîvala Abu Dhabî, xelata Oscara Îraqê, xelata Nerwîc û 14 xelatên din.

basnews
Top