Gelo hunermend Zekeriya miriye?!
![Gelo hunermend Zekeriya miriye?!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/206772Image1.jpg )
Duh li ser hinek rûpelên facebook û malperên civakî hatibû gotin ku hunermend Zekeriya Ebdullah, li bajarê Malmo yê Swêdê di bûyereke tirafîkê de jiyana xwe ji dest daye.
Lê mirovekî nêzîkî Zekeriya li ser vê yekê ji Rûdawê re got, ew nûçe derew in. Tiştek bi hunermend Zekeriya nehatiye û li derveyî welat mijûlî jiyana xwe ye.
Zekeriya Ebdullah xekê bajarê Hewlêrê ye û heta niha 7 albom derxistiye. Alboma wî ya herî dawî sala 2010 bi navê “Laperey Spî” daket bazarê. Ew albom ji 11 stranan pêk hatiye.
Rudaw