• Sunday, 30 June 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî di merasima sondxwarina Reîsî de beşdar dibe

Gulan Media August 5, 2021 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî di merasima sondxwarina Reîsî de beşdar dibe

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tevî şandekê ji bo beşdariya di merasima sondxwarina Serokkomarê Îranê yê nû de îro bi serdaneke fermî diçe Tehranê.

Di vê serdanê de 3 wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi Serokê Herêma Kurdistanê re ne. Şanda li gel Serokê Herêma Kurdistanê ji Wezîrê Ewqaf û Karûbarê Olî Piştîvan Sadiq, Mihemed Heme Seîd Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan û Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Kuyistan Mihemed pêk tê.

Merasima sondxwarina Serokkomarê Îranê îro demjimêr 17:00 li gor dema Tehranê û 15:30 li gor dema Hewlêrê û bi amadebûna Serokkomarê gera heştê Hesen Ruhanî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf tevî endamên Encûmena Parastina Destûr û nûnerên welatên cîhanê destpê dike.

Ajansa fermî ya nûçeyan a hikûmeta Îranê IRNA dibêje, 115 berpirsên pilebilind ji 73 welatên cîhanê di merasima sondxwarina Îbrahîm Reîsî de beşdar dibin.

Li gor agahiyan, di merasimê de 10 serokkomar, 20 serokên parlamentoyê, 11 wezîrên derve, 10 wezîrên din û herwiha nûnerên taybet û cîgirên serokên parlamentoyê beşdar dibin.

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê Enrique Mora, Serokê Doma (Parlamento) ya Rûsyayê Vyacheslav Volodin, Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokkomarê Efxanistanî Mihemed Eşref Xenî, Serokwezîrê Elcezayirê Eymen bin Ebdulrehman, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashiniyan, Nûnerê Papayê Vatîkanê, serokên parlamentoyên Azerbaycan, Tacîkistan, Ozbekistan, Tanzanya, Zengbar, Sûriye, Nîcer, Wezîrê Derve yê Bosnya û Herzeguvîna, Wezîrê Tûrzîmê yê Ganayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Koreya Başûr û hejmarek berpirs ji welatên din di merasimê de beşdar dibin.

Ji bo merasima sondxwarina Reîsî, îro li Tehranê rêkarên taybet ên ewlehiyê hatine pêkanîn. Di çarçoveya wan rêkaran de, geştên esmanî li Tehranê hatine rawestandin û bêhnvedana fermî li paytext hatiye ragihandin.

Polîsê Tehranê ragihandiye, armanc ji ragihandina bêhnvedanê, asankarî jibo hatin û çûna şandên welatên beşdar di merasimê de ye.

Merasima destbikarbûna Îbrahîm Reîsî jî roja Sêşemê 3ê Tebaxa 2021 li Huseyniyeya Îmam Xumêynî li Tehranê hatibû sazkirin û di merasimê de Rêberê Îranê Elî Xaminêyî, belgeya destbikarbûnê dabû Reîsî.

 

Rudaw

Top